Bêyî destûra Walî nikarin biçin gundê xwe 2021-07-01 09:22:49 ŞIRNEX - Gundiyên gundên Şirnexê bêyî destûra Walitiya Şirnexê nikarin bikevin gundên xwe. Jinên gundî bertek nîşanî vê rewşê dan û ev tişt gotin:" Bi vî awayî dixwazin gundê me bêmirov bihêlin."    Di salên 1990'î de li Şirnexê bi hezaran gundan ji ber zextên dewletê vala bûn. Dema pêvajoya çareseriyê; di navbera salên 2013-2015'an de vegera gundan dest pê kir û gelek gundên vala careke din şên bûn. Lê piştî ku di sala 2016'an de careke din operasyonên leşkerî li herêmê dest pê kirin, careke din gundî neçar man ku terka gundên xwe bikin. Zêdetirî 2 salan e gundiyên ku dixwazin biçin gundên xwe di nuqteyên leşkerî de bi seatan tên sekinandin.   Li gundên Cifanê, Gilindor, Akêt û Nêvava yên Şirnexê gundî ji bo ku têkevin gundên xwe ji Walitiya Şirnexê destûrê dixwazin. Tevî destûra Walitiyê jî têketina gundan bi hinceta operasyonan  tên asteng kirin. Gundiyên ku 2 sal in bê destûr nikarin bikevin gundên xwe, rez û baxçeyên wan hişk dibin. Jinên gundê Cifanê bertek nîşanî vê pêkanîna dewletê dan û gotin ku armanca nehiştina têketina gundê wan talankirina xwezaya Kurdistanê ye.   'TEVÎ DESTÛRA WALITIYÊ ME BERNADIN'    Ji gundê Cifanê Zeynep Tunç, diyar kir ku demeke dirêj e nikarin bi rehetî bikevin gundê xwe û wiha got: "Ev nêzî 2 salan e leşker li ser rêya gundê me nuqteya lêgerînê danîne. Ji me re dibêjin, 'heta ku hûn ji Walitiyê destûr nexwazin nikarin bikevin gund. Di malbatê de hûn çend kes biçin gund pêwîste hûn yek bi yek navên wan binivisînin û bibin Walitiyê'. Rez, baxçe, xanî û çandiniya me li wir e. Lê ev 2 sal in ji me re astengiyê derdixin. Dema ku em diçin gund tevî destûra Walitiyê jî me bernadin. Bi seatan li ber tavê me didin sekinandin.  Di lîsteyê de navê kesekî tenê jî nebe, me hemûyan vedigerinîn. Heftaya borî me zarokên xwe birin. Me got, 'em ê 2 şevan li gund bimînin'. Lê nehiştin em bimînin. Me ji wan re got, 'destûra walitiyê heye'. Gotin, 'hûn namînin'. Em 2 seatan li ber wê tavê man nehiştin em biçin."   'LI GUND DE DAREK NEHIŞTINE KU EM DI BIN SIYA WÊ DE RÛNIN'    Di berdewama axaftina xwe de Tûnç, da zanîn ku dewlet bi van pêkanîna dixwaze ku gundan vala bike û ev tişt got: "Ev 2 sal in li gundê me birîn û şewitandina daran dane destpêkirin. Ev 2 sal in kar û xebata wan li gund bûye dar birîn. Ji ber ku bikaribin daran bi rehetî bibirin nahêlin em bikevin gund û ji me re astengiyan derdixin. Lê ew çi jî bikin em ê dev ji axa xwe bernedin. Rêya 10 gundan li ser gundê me de derbas dibe. Kesê ku ji Walitiyê destûr nexwaze nikare bikeve gund. Em dixwazin bi rehetî biçin gundê xwe û vê dorbeçê ji ser gundê me rakin."    'REZEN ME HIŞK BÛNE'   Medîne Bîlîk jî bi lêv kir ku ji ber têketina wan a gund tê astengkirin bax û baxçeyên wan hişk bûne û wiha axivî:"Di berê de em bi rehetî diçûn gund. Lê di van salên dawî de em nikarin biçin gund. Heta ku em destûrê negirin nikarin bikevin gundê xwe. Ji zarokên me yên biçûk heta yên mezin divê em yek bi yek destûr bigirin. Em diçin bi seatan me didin sekinandin û pişt re me ber didin. Çûyîn û hatina me gelek zehmet bûye. Malên me hene li wir, darên me fêkiyên me hene. Debara me hemû li ser gund e. Gelek caran em diçin lê tevî destûrê jî nahêlin em bikevin gund. Em hefteyê carekî diçin gund. Rezen me hişk bûne. Heger ku em çûn gund jî divê em bi şev nemînin. Ji ber ku ji bo mayînê destûr nadin."    'EM Ê BI ÇI DEBARA XWE BIKIN?'    Ji gundiyan Gulîstan Bayik jî bal kişand ser zehmetiyên çûyîn û hatina wan a gund û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Her 3 caran carekî divê em biçin gund avdanê bikin. Lê dema ku em diçin gund em gelek zehmetiyê dikêşin. Bi taybetî jî nahêlin ku zarokên me bikevin gund. Em ji vir seat 6'an diçin, li wir seatekî me didin sekinandin. Em nikarin li bajaran debara xwe bikin. Heger gundên me jî li me qedexe bikin em ê çawa debara xwe bikin? Em dixwazin ji çûyina gundên me re serbestî hebe."   MA / Zeynep Dûrgût