'Operasyona narko-terorê' lîstikeke îstixbaratê bûye 2021-07-01 09:08:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amedê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" operasyon hatibû lidarxistin û di vê operasyonê de gelek kes hatibûn binçavkirin. Lê derket holê ku ev operasyon lîstika îstixbaratê ye. Mehmet Saît Bozkûş ku du keçên wî di vê operasyonê de hatine girtin, di daxwaznameya xwe ya ku daye Baroya Amedê de komploya hatiye gerandin yeko yeko gotiye. Du keçê Bozkûş, ji ber îfadeyeke wî ya bêyî ku bixwîne pê dane îmzekirin hatine girtin.  Li Amedê di 26'ê Gulanê û 21'ê Hezîranê de di bin navê "narko-alîkariya rêxistinê" de operasyon hatibûn kirin û di van operasyonan de gelek kes hatibûn binçavkirin. Lê belê me agahiyên balkêş ên derbarê van operasyonan de bi dest xistin.    JI 100'Î ZÊDETIR KES HATIBÛN BINÇAVKIRIN    Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di 26'ê Gulanê de operasyona ewil li dar xistibû. Di vê operasyonê de 34 kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan 33 kes hatibûn girtin. Di operasyona 21'ê Hezîranê de jî li Amedê û 5 bajarên din avêtibûn ser gelek malan û 73 kes hatibûn binçavkirin. Her du operasyon jî spartibûn îfadeyên Mehmet Saît Bozkûş ê 63 salî ku demeke kurt bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de mabû û roja hatibû berdan cardin hatibû binçavkirin.    Bozkûş, di 27'ê Gulanê de roja ku dê bihata berdan cendirmeyan ew li ber girtîgehê binçav kiriye û piştî 8 rojan ew sewqî dozgeriyê kirine.    Bozkûş, îdia kiriye ku parêzerekî ku tê gotin ji aliyê îstixbaratê ve hatiye peywirdarkirin tevî cendirmeyan îfadeya wî girtiye û bi sozê ku dê bi 75 hezar TL'yî bê berdan hatiye xapandin û hin ewraq pê dane îmzekirin.    GILIYÊ PARÊZER KIR    Bozkûş ku cardin hat girtin, gava pê dihese du keçên wî jî ji ber îfadeyeke wî ya ku nexwendiye û pê dane îmzekirin hatine girtin, giliyê parêzer A.B. kiriye ku di dema lêpirsînê de rêyeke şaş li ber xistiye.    Bozkûş, li Baroya Amedê giliyê parêzer A.B. kiriye û tiştên hatine serê wî di daxwaznameyê de yeko yeko rêz kirine.    Bozkûş, di daxwaznameya xwe de aniye ziman ku ji ber dosyeyeke din 4 meh û nîvan di girtîgehê de maye û di 27'ê Gulanê de hatiye berdan, lê di heman rojê de berî ku ji girtîgehê derkeve bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" hatiye binçavkirin. Bozkûş, di daxwaznameyê de wiha gotiye: "8 rojan di bin çavan de mam. Di roja 3'yan a binçavan de, du rojan li fermandariya cendirmeyan, du rojan jî li dozgeriyê ji bo zabitnameyên ji min re nehatin xwendin amade bûm. Gava min ji bo dosyeya min a jimare 2021/16104 mirin Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, parêzer A.B. (wî nas nakim) li wir bû. Ji ber ku min wî nas nedikir û baweriya min pê nedihat, min xwest parêzerê min bê. Lê belê personelê îstixbaratê got, 'Ev parêzer ji baroyê ye, baştir e û ew ê di îfadeya te de cih bigire.' Li wir bi beramberiya 75 hezar TL'yî soza berdanê dan. Parêzer A.B. ku îstixbaratê gazî wî kiribû ji min re got, 'Tu her tiştî ji min re bihêle, ez ê te bidim berdan.'"    CARDIN HAT GIRTIN    Bozkûş, diyar kiriye ku di îfadeyê de lîsteyeke navê kesên ku çend donim erdên wan hene danîne ber wî û jê pirsîne bê ka ev erd li ku ne û gotiye: "Gava min got, nizanim ji min re gotin, 'Derewan neke. Ev cînarên te ne û tu dizanî erdên wan li ku ne.' Her wiha ji min pirsînê bê ka te çi qas pere daye rêxistinê. Ji ber parêzer A.B. mecbûr mam bibêjim rêxistinê di sala 2010-2011'an de bi darê zorê û bi gefxwarinê pere ji min stendiye. Ji xeynî van her du pirsan tu tişt ji min nepirsîn. Piştî 4 meh û nîvan hatim berdan, lê roja hatim berdan cardin ez binçav kirim. Hem di warê derûnî de hem jî di warê laşî de pir westiyabûm, di wî 8 rojî de bi awayekî bêhiqûqî hin tişt bi min dan kirin û cardin ez girtim."    Bozkûş, di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku piştî hatiye girtin pê hesiyaye ku parêzera wî ya şexsî hevjîna wî û du keçên wî jî di nav de 27 kes ji ber îfadeyên wî hatine binçavkirin.    Bozkûş, di daxwaznameyê de aniye ziman ku ji xeynî pirsên di qaşo îfadeya derbarê wî de hatiye amadekirin de, tu pirs jê nehatine pirsîn û ji bo tiştên din ên di zabitnameya îfadeyê de ku bêyî pê bidin xwendin pê dane îmzekirin, diyar kiriye ku haya wî jê tune ye.    Bozkûş, giliyê parêzer A.B. û kesên tiliya wan di vê de heye, kiriye.    MA / Omer Çelîk