Li Girtîgeha Gumuşhaneyê tenduristiya girtiyan di xetereyê de ye 2021-06-30 15:38:46    ŞIRNEX - Hamza Arzuman ê ku li Girtîgeha Gumuşhaneyê girtî ye bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku tenduristiya wan di talûkeyê de ye û bangawaziya hestiyariyê kir.     Hamza Arzuman ê ku di sala 2015'an de, di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiya Şirnexê de hatibû girtin û 36 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Niha di Girtîgeha Gumuşhaneyê ya Tîpa E’yê de girtî ye û bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî.  Arzuman got di hêla tendûristiyê de tu ewlehiya wan tune ye û bangawaziya hêstiyariyê kir.     ’TENDÛRISTIYA ME DI XETEREYÊ DE YE’      Hamza Arzûman ragihand ku serlêdanên wan ê guhertina qawişê bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: "Rêveberiya girtîgehê herdu qawişê ku girtiyên FETO tê de diman, kirin qawişên karantinayê. Qawişa me jî di navbera herdu qawişan de ye. Tenduristiya me di xetereyê de ye. Li beşa ku em tê de ne, boriyên lavaboyê derbas dibin û av ji wan boriyan diniqûte. Ew ava ku diniqûte tê hewşa me û bîhnek pîs li derdorê belav dibe. Ji bo ku qawişa me bê guhertin me serlêdan kirin, lê hat redkirin. Em çiqas serlêdan bikin jî nayê guhertin. Ew dibêjin ku ew ê neguherînin. Ew ferq û cudahiyê dikin. Girtiyên FETO her hefte li qawişekê diguherînin. Lê serlêdanên me yên guhertina qawişê tê redkirin. Tenduristiya me di şertên nebaş de ye, em daxwaz dikin, ev serlêdana me pêk bê."