Hevserokên KESK'ê diyar bûn 2021-06-30 15:23:09   ENQERE - Şukran Kablan Yeşîl û Mehmet Bozgeyîk bûn hevserokên KESK'ê.   Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), di navbera 24-25'ê hezîranê de 10'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kedkarên ku ji bo Emdamtiya Lîjneya Birêvebirina KESK'ê hatin hilbijartin, mazbataya xwe girtin û dest bi peywirên xwe yên kirin. Ji bo hevserokatiya KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl û Mehmet Bozgeyîk hatin diyarkirin.