Li Wanê belavkarê berê Erdem hat binçavkirin 2021-06-30 12:46:20   WAN - Li Wanê, di serdegirtina malê de, belavkarê rojnameyê yê berê Nadir Erdem hat binçavkirin.    Polîsan li Wanê, di saetên serê sibê de bi ser mala belavkarê rojnameyê yê berê Nadîr Erdem de girtin. Polîsan piştî lêgerîna di malê de Erdem binçav kirin. Erdem ê birin Miduriyeta Polîsan, derbarê hinceta binçavkirin wî de tu agahî nehatin bi dest xistin.