Bi rojane agahî ji nûnerê PYD’ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin 2021-06-30 10:11:55   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Hewlêrê 3 jê siyasetmedar 4 kesên ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin binçavkirin bi rojane agahî ji wan nayê girtin.    Endamên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze ji bo êrişên Tirkiyê yên li ser deverên Herêma Kurdistana Federe bidin rawestandin di 10’ê hezîranê de çûn Hewlêrê lê bes hatin astengkirin. Înîsiyatîf ji siyasetmedar û dostên kurdan ên biyanî pêk dihatin. Nûnerê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen û endamê PYD’ê Mistefa Ezîz Mistê yên ku xwestibûn endamên Înîsiyatîfê pêşwazî bikin, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibûn binçavkirin.    Di ser binçavkirinê re 21 roj derbas bûn lê hêj agahî ji siyasetmedaran nayê wergirtin. Rêveberiya Herêma Kurdistanê di vê mijarê de agahî neda rêveberiya PYD’ê û Rêveberiya Xweser.    Nûnertiya Rêveberiya Xweser di 22’yê hezîranê de daxuyanî da û xwestibû ku aqûbeta nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê yên binçavkirî were eşkerekirin.    Li aliyê din Ciwan Ebdulkerîm ji bo ku tedawiya dayika xwe xwest biçe Herêma Kurdistana Federe. Ev ciwan jî li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat binçavkirin. Mîna van her sê siyasetmedaran bi rojane agahî ji vî ciwanî nayê wergirtin.