Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Kûran: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin 2021-06-30 09:18:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Saadet Kûran got: "Kurd, divê bi ruhê Kobanê tevbigerin û bi vî ruhî bibin yek."  Endamên Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêze ku li dijî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) a li Herêma Kurdistana Federe û qirkirina darên herêmê tevgeriyan, ji 14 welatên cuda berê xwe dan herêmê. Endamên înîsyatîfê, li gel hemû astengiyên Almanya û PDK'ê jî, li herêmê hevdîtin bi gelek partiyên siyasî, sazî, dezgeh û rêxistinên civaka sivîl re kirin. Endama înîsyatîfê Saadet Kûran, derbarê xebatên kirin de axivî.    ASTENGIYÊN PDK'Ê    Kûran ku ji Swîsreyê tevli înîsyatîfê bûye, destnîşan kir ku piştî operasyona Tirkiyeyê gaveke wisa avêtine. Kûran, diyar kir ku di ser Almanyayê re hatine Hewlêrê û got: "Li balafirgehê em bi gelek astengiyan re rû bi rû man. Otêla em lê bûn ji aliyê PDK'ê ve hat dorpêçkirin. Me xwest em li dijî şewitandina daristanên Kurdistanê, birîna daran û êrîşên eskerî yên Tirkiyeyê hevdîtinê bi PDK'ê re bikin. Lê belê, em asteng kirin." Kûran ku got "Me xwest em di navbera PDK û gerîlayan de bibin mertalên zindî û navbeynkariyê bikin" anî ziman ku çûna wan a cihê dar lê hatine jêkirin jî hatiye astengkirin. Kûran got: "Kurdistana Federe, tenê ne ya PDK'ê ye, ya hemû kurdan e. Me ev yek ji rayedarên PDK'ê re jî got û me got, em ji ber vê hatine."    'HINCETA WAN PKK YE'    Kûran, anî ziman ku piştî ku li Hewlêrê hatine astengkirin, çûne Silêmaniyeyê û li vir hevdîtin bi rayedarên Goran, YNK û Yekgirtû re kirine. Kûran, destnîşan kir ku ji xeynî PDK'ê, partiyên din hemûyan ew baş pêşwazî kirine û got: "Me dîtinên xwe ragihand hemû derdoran. Her kes dibêje 'Helwesta PDK'ê helwesteke şaş e. Bila xwîna bira nerije. Gerîlla jî pêşmerge jî zarokên me ne. Tirkiye, ji bo ku herêmê dagir bike PKK'ê wekî hincet nîşan dide. PDK, xiyanetê dike. Em ji bo yekîtiya neteweyî amade ne, tekane astengî PDK ye.' Tirkiye dixwaze bi van êrîşan Kurdistana Federe bi xwe ve girêbide. Gelo PDK hay ji vê heye? Barzanî jî eynî wekî Tirkiyeyê li ser heman rêyê ye. Gelê Başûr xizan e û neçar maye. Tenê ne di warê eskerî, di warê çandî, polîtîk û aborî de jî herêm hatiye dagirkirin. Gelê li gundan nikarin ji ber bombebaranên Tirkiyeyê mirîşkekê jî xwedî bike û nikare çandiniyê bike."    HEVDÎTIN BI MALBATÊN PÊŞMERGEYAN RE    Kûran, diyar kir ku hevdîtin bi malbatên pêşmergeyan re jî kirine ku di 5'ê Hezîranê de di dema sewqiyata PDK'ê de jiyana xwe ji dest dabûn. Kûran, bilêv kir ku malbatên van pêşmergeyan jî li dijî şer in û got: "Dixwazin Tirkiye ji vir biçe. Malbatên pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan û yên birîndar bûn, dibêjin 'gerîla jî zarokên me ne, tu ferqa wan tune ye.' Gel bi vê helwesta xwe li dijî şerê birakujiyê ye. Me cara ewil li Silêmaniyeyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşeke girseyî li dar xist. Kesên tevli vê meşê bûn, yek jê jî helwesta PDK'ê qebûl nake. Em çûn herêmê me çirûskek vêxist. Dibe ku ev çirûsk bibe agir û PDK'ê bişewitîne. Em înîsyyatîf hay ji giraniya barê xwe hene û heya em bigihên armanca xwe em ê bixebitin."    RUHÊ KOBANIYÊ    Kûran, bal kişand ser yekîtiya neteweyî û bang kir: "Qey Barzanî pêşmergeyên ku li Kobaniyê bi qehremanî li dijî DAIŞ'ê şer kirin û şehîd bûn ji bîr kiriye? Qey Mexmûr û Kerkûkê ji bîr kiriye? Barzanî, divê li dijî hin hêzan li cem birayê xwe be. Demildest divê yekîtiya neteweyî çêbibe. Kurd, piştî vê saetê divê bi ruhê Kobaniyê tevbigerin û bi vî ruhî bibin yek."    MA / Mujdat Can