ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-30 09:00:22 * Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Ermenistanê Kinyasê Hemîd ku ji ber helwesta wê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar kir, ji bo şerê muhtemel ê navxweyî yê kurdan got ku heke kurd nebin yek wê Kurdistan ji dest biçe. * Ayhan Seîd, birayê aktivîst Şivan Seîd ku li Dihokê tevî 4 rojnamevan û aktivîstan hatibû girtin û dadgehê bi giştî 30 sal ceza li wan birîbû, got: "PDK'ê 6 sal ceza li birayê min birî û derbarê min de jî biryara girtinê da."    * Nûnerên partiyên siyasî ji bo doza derbarê girtina HDP'ê de hatiye vekirin anîn ziman ku biryareke "siyasî" ye û tenê gel dikare partiyan bigire.    * Malbata pitika 15 mehî Zumra Înan a bi nexweşîna SMA'yê ketiye, ji bo Zumrayê kampanyayeke alîkariyê li dar xistiye. Malbatê diyar kir ku wextê wan pir nemaye û ji bo alîkariyê bang li her kesî kir.    * 4 sal in derbarê kuştina Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk de "biryara veşarî" heye. Hevjîna Şerîf Mesûtoglû ku cezayê muebedê lê hatiye birîn, bang kir ku rojek berî rojekê dosye bê vekirin.    * Endama Înîsyatîfa Kurdistanê Biparêz Saadet Kûran got: "Kurd, divê bi ruhê Kobaniyê tevbigerin û bi vî ruhî bibin yek."    * Dê cihê Sînemaya Yilmaz Guney bikin park. Qeyûm Sînemaya Guney Yilmaz girtibû û piştî girtinê bi awayekî biguman şewitîbû.    * Parêzer Rezan Sarica, daxuyaniya Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul a dema bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2019'an ku têkildarî hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dabû bi bîr xist û ev pirs kir: "Çîma îro li van daxuyaniyan xwedî dernakevin?"   * Ji sibê pê ve dê bêyî belgeya karbidestiyê, firotina tûtinê bê qedexekirin. Hilberîneran bertek nîşanî vê qanûnê dan û gotin: "Em xwe ji ber bacê nadin alî, lê em nikarin baceke zêde jî bidin."    * Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî yê ku nû ji girtîgehê derket diyar kir ku li Tirkiyê her îqtidarê li hemberî kurdî bêtehamuliyê nîşan daye û heta azadiya kurdî pêk were wê têkoşîna xwe bidomînin.    * Rêveberê ÎHD’ê Bedrî Kûran diyar kir ku Lijneya Çavdêriyê ya bi guhertina Qanûna Înfazê hat avakirin, bi hêceta "ne bi halekî baş in" berdana girtiyên siyasî asteng dike û wiha got: “Dewlet, ji girtiyên siyasî tolê digire."    * Nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 114'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.   * Doz, li ser giliyê Alîkarê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Korgeneral Musa Çîtîl ku li dijî 8 rojnamevanan bi îdiaya "hêzên eskerî hedef nîşan dan” hatibû vekirin, wê li 2’yemîn Daîreya Ceza yê Dadgeha Edlî ya Herêma Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Danişîna Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Esenyûrtê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam ê girtî, wê li 32’yemîn Dadgeha Cezayê Girana a Edliya Çaglayana Stenbolê bê dîtin. (11.00)   * MATUHAY-DER, derbarê çalakiya greva birçûbûnê ya bi armanca bi dawî anîn tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de hat destpêkirin, wê li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniyê bide çapemeniyê.  (11.30)   * Derbarê Peymana Stenbolê de wê li gelek bajaran daxuyanî û çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin.(12.30-17.30)   * Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê beşdarî pêşengeha “Hevrûbûna ji bo edaletê" ya li Otela Polat Bosphours Stenbol Renaîssanca bê lidarxistin bibin. (13.00)   * Baroya Wanê, OHD û ÎHD, wê rapora xwe ya derbarê gundê Şêxan a girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê ku ji bo kana mermeran lê bê çêkirin axurên gundyan hatibûn xerakirin amade kirin, wê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê ji raya giştî re aşkere bikin. (14.00)