Rojnamevan Erencî hat bibîranîn 2021-06-29 19:26:10   AMED - Rojnamevan Mazlûm Erencî ku di sala 2011'an de li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li sr gora xwe hat bibîranîn.    Rojnamevan Mazlûm Erencî ku di 29'ê Hezîrana 2011'an de li bejahiya navçeya Çemişgezek a Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn. Malbata Erencî û rojnamevan tevli bîranînê bûn. Rojnamevanan, piştî duayan qurnefîl danîn ser gora Erencî.    Dayik Remziye Erencî got: "Ez bi tenê jî bimînim, heya sax bim tu yê di bîra min de bî û ez ê bêm ser gora te. Aştî nêzîk e."    Rojnamevan Hakki Boltan jî got: "Hevalê me Mazlûm rojnamevan bû. Em ê tim xwedî lê derkevin. Em ê evîna wî ya ji bo rojnamevaniyê, bi xebatên xwe bi cih bînin. Ev, tenê ne evîna wî bû, evîna tevahiya gel e. Em ê evîna wî li erdê nehêlin."