Polîsan avêt ser govên ku penaber tê de dihatin ragirtin 2021-06-29 15:44:26 WAN - Polîsan li taxa Hîsar a navçeya Rêya Armûşê avêtin ser govên ku bazirganên mirovan, penaber tê de radigirtin.    Polîsan li taxa Hîsar a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi ser govên ku tijî çop û bazirganên mirovan, penaber tê de radigirtin de girtin. Polîsan gelek penaber binçav kirin û gov jî xera kirin. Polîsan şêniyên taxê yên xwestin ku dîmenên hilweşandina govan bigirin, asteng kirin. Di dîmenên hatin girtin de tê dîtin ku penaberên di govan de ji bo ku neyên girtin direvin.