Li Sêrtê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin 2021-06-29 13:14:05   SERT - Li Sêrtê polisan bi ser malan de girt û 2 xwişk û birayan binçav kirin.    Li navenda Sêrtê, di saetên serê sibehê de polisan bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de polisan xwişk û birayên hev Fatma û Kasim Taşçi binçav kirin. Sedema binçavkirina xwişk û birayan ku birin Miduriyeta Polisan a Sêrtê nehat hînkirin. Hat diyarkirin ku dibe hejmara kesên binçavkirî zêde bibin.