Cendermeyan bi ser gund de girt û ava gundiyan qut kirin 2021-06-29 12:11:10   ŞIRNEX- Li navçeya Hezexê cendirmeyan bi ser gundê Hespîstê de girtin û ava vexwarinê ya gundiyan qut kirin.   Li navçeya Hezêxê ya Şirnexê, di saetên serê sibehê de cemdirmeyan bi ser gundê Hespîstê de girt. Di serdegirtina gundan bi hinceta ku deynê xwe yê avê nerazandine cendirmeyan ava vexwarinê ya gundiyan qut kir.  Gundiyan bertek nîşanî vê birîna avê dan û ji ber vê di navbera gundî û cendermeyan de gengeşî derket.