Girtîgeha Kepsûtê ji ber 'cezayên berê' wî bernade 2021-06-29 09:22:12 ÎZMÎR - Velat Çîçek ku di Girtîgeha Kepsût a Tîpa T'yê de ye, diyar kir ku piştî rêziknameya înfaza ceza guheriye ji ber cezayên dîsîplînê yê berê nayê berdan û got: "Îdareyên girtîgehan veguherîne dadgehan."  Velat Çîçek ku di Girtîgeha Kepsût a Balikesîr a Tîpa L'yê de ye, nameyk ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê re şand. Çîçek, di nameya xwe de bal kişandiye ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.    Çîçek, diyar kiriye ku Desteyên Çavdêriyê ku di 1'ê Çileya 2021'ê de li girtîgehan hatine avakirin, girtiyan mexdûr ddikin û girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan. Çîçek, di nameya xwe de xwestiye ÎHD ji bo vê emxdûriyetê heyetekê bişîne girtîgehê.    VEGUHERÎNE DADGEHAN    Çîçek, destnîşan kiriye ku bi rêziknameya ku serê salê ketiye meriyetê re, erkine bêdawî bi dest îdareyên girtîgehan ketine û gotiye: "Ev erk, nayê kontrolkirin."    Çîçek, diyar kiriye ku ev rêzikname li dijî xala 7'an a TCK'ê ye û gotiye: "Berdana me bi awayekî kêfî tê astengkirin. Bi rêziknameya dawî re îdareyên girtîgehê veguherîne dadgehan. Hema bibêje darizandina dosyeyên me ji nû ve tê kirin û em tên cezakirin."    HINCET CEZAYÊN BERÊ NE   Çîçek, di nameya xwe de ragihandiye ku ji ber vê rêziknameyê 3 girtiyên ku cezayên wan qediyane nayên berdan û gotiye: "Berê jî ji ber 'cezayên dîsîplînê, mayîna li devereke rêxistinkirî, neqebûlkirina poşmaniyê' berdana hin hevalên me hatibûn astengkirin. Em 14 heval di qawîşekê de ne. Derbarê me de rapor hatine amadekirin û biryar girtine ku em 'ne li gor yekpareyiya civakê ne. Çûna me ya girtîgehên vekirî û mafê me yê sûdwergirtina ji berdan kontrolkirî bi awayekî bêhiqûqî tên binpêkirin. Niha jî mafê me yê berdanê hatiye binpêkirin."    Çîçek, diyar kiriye ku bi awayekî kêfî nayên berdan û gotiye: "2 hevalên me yên berdana wan hatiye astengkirin, ji bo îtirazê daxwazname nivîsandin. Lê daxwaznameyên wan neşandine dadgehê."    Çîçek, ji xeynî astengkirina berdanê bal kişandiye ser binpêkirinên mafan ên din jî. Çîçek, destnîşan kiriye ku piştî şewba Covîd-19'ê belav bûye şert û mercên wan xirabtir bûne û gotiye: "Malbatên me nikarin bên serdana me bikin. Daxwaznameyên me bi awayekî kêfî tên redkirin. Mesela, ji bo taştê serê kesekî 20 xiram penêr, 20 xiram rîçalê didin. Ji ber vê em mecbûr dimînin ji qantînê tiştên taştê bikirin. Her danê serê kesekî ji çar payên nan payyekî didin. Eşyayên qantînê pir biha ne. Em nikarin bikirin. Ji ber van tiştan me xwest em ji we re binivîsin. Me xwest dengê me bê bihîstin."