Dozger derbarê bûyera îşkenceyê de biryara 'neşopandinê' da 2021-06-29 09:11:14 WAN - Lêpirsîna derbarê polîsên ku îşkence li 3 zarokên temenê wan di navbera 13-17 salan de kiribûn bi biryara neşopandinê bi dawî bû.  Di 15'ê Sibata 2019'an de li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, polîsan O.S. (14), Ş.Y. (16) û O.D. (17) binçav kiribûn û li qereqolê ew îşkence kiribûn. Piştî ku raya giştî bi bûyerê hesiyabû, parêzerên Baroya Wanê li dozgeriyê giliyê polîsan kiribûn û dozgeriyê derbarê polîsan de lêpirsîn dabû dest pê kirin. Di ser bûyerê re du sal derbas bûn lê belê lêpirsîn wek xwe yê berê ma û di vê demê de 5 dozger hatin guheradin. Dozgerê dawî yê li dosyeyê mêze dikir jî derbarê lêpirsînê de biryara "neşopandinê" da.    Dozger, di biryara xwe de derpêş kiriye ku derbarê bûyerê de delîline pêbawer tune ne. Her wiha dozger di biryara xwe de parastiye ku di bûyerê de zarok li ber polîsan rabûne û ji ber vê polîsan li wan xistiye.    Parêzerê dosyeyê Nacî Dûman, diyar kir ku ji ber ku zarokan polîs teşxîs nekirine ev biryar ahtiye dayîn û karê teşxîskirinê ya hatiye kirin jî bi awaykî bêhiqûqî hatiye kirin. Dûman, bilêv kir ku ji ber ku di ser bûyerê re wextek dirêj derbas bûye muwekîlên wî nikaribûne polîsan teşxîs bikin û ser bûyerên îşkenceyê bi pêşdaraziyên bîrdozî tên girtin. Dûman got: "Me çend caran doza dîmenan kir ji midûriyeta polîsan, lê midûriyetê dîmen neşandin. Her wiha gotin dîmenên kamerayê yên wesayîtên polîsan jî tune ne."    Her wiha derbarê zarokan de îdianame hatibû amadekirin û hatibû xwestin ji 10 salan heya 26 salan ceza li wan bê birîn. Îdianame bi tawanbariya "peydakirina madeyên talûke", "astengkirina peywirê", "heqaret", endamtiya rêxistinê" û "binpêkirina ewlehiya trafîkê" hatibû amadekirin.   Danişîna dudoyan a dozê dê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Wanê bê lidarxistin.    MA / Dîndar Karataş