Doza xwendekarên Bogazîçiyê hat taloqkirin 2021-06-28 15:13:40   STENBOL - Danişîna doza derbarê xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku li dijî tayînkirin rektorê qeyûm Melîh Bûlû derketibûn hat taloqkirin.    Bi îmzeya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, Melîh Bûlû yê AKP’yî wek rektorê qeyûm tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin. Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li dijî vê serî rakirin û çalakiyên domdirêj li dar xistin. 12 xwendekarên beşdarî daxuyanî û çalakiyan bûn tên darizandin. Danişîna 2’yemîn a doza xwendekaran li 24’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Xwendekar û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn.   Xwendekaran di parastinên xwe de diyar kirin ku wan mafê xwe yê demokratîk bikar anîne û beşdarî çalakî û daxuyaniyan bûne û sûcên li ser xwe red kirin. Parêzeran miwekîlên xwe parastin û destnîşan kirin kul i darxistina çalakiyan ne qedexe ye û mafên xwe yên demokratîk bikar anîne.    Şandeya dadgehê daxwaza beraetê red kir û biryara rakirina sepana kontrola edlî rakir. Danişînek din jî taloqî 13’ê cotmehê kir.