Şandeya dadgehê ya Doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat guhertin 2021-06-28 14:15:32   SEMSÛR - Cara 6’emîn şandeya dadgehê ku li Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê dinêre hat guhertin. Malbatên mexdûr bertek nîşan dan ku kujer li derve digerin û gotin kujer tên parastin.    Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di navbera 29’ê cotmeha 1995’an û 8’ê adara 1996’an de 3 jê zarok 7 welatî û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Ji ber vê windakirinê derbarê 18 bersûcan de doz hatiye vekirin. Danişîna 22’yemîn a ku wek Doza JÎTEM’a Kerboranê tê nasîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat lidarxistin.    Fermandarê Tabûra Komando ya Cendirmeyan a Mêrdînê yê wê serdemê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tire, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendê ya Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û çawişê pispor Kerîm Şahîn jî di nav de 18 bersûc ji sûcê “kuştina bi zanebûn” tên darizandin.    Di danişîna 29’ê adarê de hat lidarxistin, dozger derbarê esasê de mutalaya xwe pêşkêş kiribû û derbarê bersûcan de biryara beraetê dabû.    Li bendê bû ku alî li dijî mutalaya dozger parastinên dawî bikin û derbarê dozê de biryar were dayîn lê carek din ango cara 6’emîn şandeya dadgehê hat guhertin. Di nava van 7 salên vê dozê de 6 car in ku şande diguhere. Ji ber serokê şandeya dadagehê yê nû amade bû, şandeyek din bi îdareyî li danişînê nihêrî. Bersûc û mudafî beşdarî danişînê nebûn û malbatên mexdûr û parêzerê wan Erdal Kûzû beşdarî danişînê bûn.    ŞAHID BÛYER PIŞTRAST KIR    Midurê Perwerdehiya Netewî yê Navçeya Kerboranê yê wê demê Abdullah Çolak wek şahid hat guhdarîkirin û bi rêya SEGBÎS’ê ji Samsûnê beşdar bû û piştrast kir ku welatî li qereqolê hatine desteserkirin.    Parêzer Erdal Kuzu ji Çolak pirs kirin. Çolak bersiva Kûzû da û got di wê serdemê de Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tîre li Kerboranê bû.    Pişt re malbatên mexdûr axivîn û destnîşan kirin ku her car şandeya dadgehê diguhere û ew edaletê dixwazin.    ‘QATIL LI DERVE DIGERIN’    Bavê Davût Altunkayanak ê 12 salî ku hatibû windakirin, Abdulazîz Altunkaynak wêneyê lawê xwe nîşanî şandeya dadgehê da û got: “Lawê min hêj 12 salî bû. Hestiyên wî ji bîrek 120 metreyî hatin derxistin. Qatil li derve serbest digerin. Qatil li derve digeriyan û dayik û bavê zarokê 12 salî jî li her derê li hestiyên lawê xwe digeriyan. Van zarokan zirar daye kî? Em dixwazin ev danişîn bibe danişîna dawî. Em li benda biryarek dadgehek bi wêrek in. 20 car in em tên vir lê tiştek dernakeve, êdî em westiyan.”    Malbatan da zanîn ku kujer tên parastin û li derve digerin û daxwaz kirin ku demildest bersûc werin girtin.    Parêzer Erdal Kûzû jî parastina malbatan kir û diyar kir ku ew guhertina şandeya dadgehê şermezar dikin û xwest kujer û fermandar werin cezakirin.