Komkujiya Roboskiyê di meha 114’emîn de ye 2021-06-28 12:57:26 ENQERE - Endama MYK’ê ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, diyar kir li xakên ku şer li wan xelas nebin û hevrûbûn pêk neyê wê komkujî bidomin û wiha got: “Em hemû neçar in ku li dijî vê yekê derkevin û mafê jiyanê bênavber biparêzin.”   Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê, di meha 114’emîn de derbarê Komkujiya Roboskî ku 19 jê zarok 34 kes têde hatin qetilkirin de li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî. Çevîrmen, bi bîr xist ku bi ser komkujiyê re 9 sal derbas bûne û wiha got: “114 meh in gundek, gelek, civakek , welatek bi hev re li edaletê digerin. Ji wê rojê heta niha 496 hefte ne hiqûq winda ye, edalet tune ye û herkes bêdeng e. 3 hezar û 471 roj in hê jî edalet pêk nehatiye. Di komisyona ku ji aliyê meclîsê ve hat avakirin de tu encam nehat girtin û darazê jî bêcezatî berdewam kir. Roboskî, sembola bêwijdaniya ku ji ber sînorên hatine xêzkirin derfeta jiyanê nedane mirovên me yên neçar dimînin nanê xwe li ser pişta hêstirê qezenç bikin.”   Çevîrmen, bi lêv kir li xaka ku pevçûn lê xelas nebin û hevrûbûn pêk neyê wê komkujî bidomin û wiha axivî: “Em hemû neçar in ku li dijî vê yekê derkevin û mafê jiyanê bênavber biparêzin. Erdnîgarî ne qeder e. Li vê erdnîgariya ku bi dehan şaristanî û gelên qedîm li ser jiyane, bêyî tirsa mirinê jiyaneke adil û azad mafê me yê herî xwezayî ye.”   TÊKÇÛNA PERGALA EDALETÊ   Di berdewamê de Çevîrmen, bi bîr xist ku malbatên kesên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, di 9’ê nîsanê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane û wiha berdewam kir: “Îspata têkçûna pergala edaletê yek jî Komkujiya Roboskî ye. Peywîra dewletê ya herî bingehîn parastina mafê jiyanê ya bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê xistine bin garantiyê ye.”   DENÎZ POYRAZ      Çevîrmen, qala êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyrazê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber gotinên nefretê yên desthilata siyasî, êrîş li xebatkar û rayedarên partiyên siyasî, kes, kom, mûxalîf û rojnamevanan tên kirin. Ev hemû encama neheqî, bêhiqûqî û polîtîkayên şer ên welat in.”   LÊGERÎNA EDALETÊ YA ROBOSKÊ   Herî dawî Çevîrmen, destnîşan kir ku heta edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeyê jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di serî de Roboskî em ê li dijî tundî û şerê ku azadî û mafê jiyanê yê mirovan ji holê radike, mafê xwe yê îtîrazê bênavber bi kar bînin. Ji ber dewlet, bêcezatî, şer, neyîna hiqûq û edaletê em van tiştan dijîn. Heta ku Roboskê neyê ronîkirin, tiştên li Roboskê qewimîn ji gel re neyê vegotin di siyaseta Tirkiyeyê de sivîlbûn û demokratîk bûn pêk nayê. Roboskî ezmûna dewlet û desthilatê ye. Rêya edalet û aştiyê ya li ser vê axê teqez di Roboskî re derbas dibe. Roboskî şerm û birîna ku xwîn jê tê ya vê axê û lêgerîna edaletê ye.”