Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Ozdemîr hat berdan 2021-06-28 12:10:16   AMED - Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Mehmet Nûrî Ozdemîr ku hatibû binçavkirin serbest hat berdan.    Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mehmet Nûrî Ozdemîr di 23’yê hezîranê de li navçeya Peyasa Amedê di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin. Ozdemîr sewqî edliyê hat kirin û piştî îfade da dozgeriyê serbest hat berdan. Di serdegirtina malê de materyalên dîjîtal jî hatibûn desteserkirin.