Endamên AKP'î jî erê kirin lê tenê doz li HDP'iyan hat vekirin 2021-06-28 10:25:22 AMED - Daxwaza tevlîkirina gel û pêkhateyên bajar a pêvajoya pêkanîn û venêrînê ya "Plana Stratejîk a 2015-2019'an" ku di serdema Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli de ji aliyê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû qebûlkirin, sûc hat hesibandin.  Di hilbijartinên herêmî yên salên 2014 û 2019'an de şaredariyên ku Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dest xistin, ji aliyê desthilata AKP'ê ve hatin desteserkirin û bûna mînaka xespkirina vîna gelê kurd. Sûcdariyên ku ji ber xizmetên wan, ji aliyê daraza di bin kontrola dsethilatê de, li siyasetmedarên DBP-HDP'î tên kirin gihîştin plansaziyên hevşaredaran. Sûc hesibandina "Plana Stratejîk a 2015-2019'an" ku ji aliyê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû amadekirin mînaka herî dawî ya vê yekê ye.    Gultan Kişanak û Firat Anli ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2014'an de ji DBP'ê weke hevşaredar hatin hilbijartin, di 1'ê mijdara 2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin û Cûmalî Attîla weke qeyûm tayînî şûna wanhat kirin. Kişanak û Anli dema ku hê li ser peywira xwe bûn "Plana Stratejîk a 2015-2019'an" amade kiribûn. Ev plan di 26'ê mijdara 2014'an de ji aliyê meclisa şaredariyê ve hat qebûlkirin.      AKP'IYAN JÎ ERÊ KIR   Di rûniştina wê rojê ya meclisa şaredariyê ku ji 94 endaman pêk dihat de endamên AKP'î jî di nav de 86 endamên meclisê tevlî dengdanê plana bûbûn û hemûyan jî dengê erê dabûn. Biryara meclisê bi nimreya 404'an hatibû qeydkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, piştî 7 salan daxwaza tevlîkirina gel û pêkhateyên bajar a pêvajoya pêkanîn û venêrînê ya "Plana Stratejîk a 2015-2019'an" ku bi "Belgenameya Helwestê ya Rêveberiya-Xweser û Demokratîk" di planê de cih digire kir mijara lêpirsînê.    TENÊ DOZ LI DBP'IYAN HAT VEKIRIN   Serdozgeriyê, derbarê endamên DBP'î yên meclisê ku dengê erê dane planê de dozname amade kir û doz li wan vekir. Yek ji endamên meclisê ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz lê hatiye vekirin Ayşe Çelîkbîlek e. Doznameya serdozgeriyê ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Vê dosyaya Çelîkbîlek bi dosyayeke din a Çelîkbîlek ku li heman dadgehê bi heman sûcdariyê tê darizandin ve hat girêdan. Rexmî ku mîna Çelîkbîlek doz li endamên meclisê yên DBP'î yên din hatiye vekirin jî heta niha li endamên meclisê yên AKP'î ku dengê erê dan nehatiye vekirin.     PLAN HÊ JÎ LI SER MALPERA ŞAREDARIYÊ YE   Plana ku serdozgeriyê piştî 7 salan sûc hesibandiye û kiriye mijara lêpirsînê hê jî li ser malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin bar kiriye. Bi vê lînkê mirov dikare xwe bigihîne planê:  (https://www.diyarbakir.bel.tr/filespap/stratejikplan/2015-2019%20DBB%20Stratejik%20Plan%C4%B1.pdf ).   MA / Omer Çelîk