Di şewata li Marmarîsê de kesekî jiyana xwe ji dest da 2021-06-27 19:16:33   MÛGLA - Li Marmarîsa Mûglayê xebatkarek daristanê di mudaxileya şewatê de jiyana xwe ji dest da.    Li ser rêya navçeyên Marmarîs û Îçmeler ên Mûglayê li qada daristanê ji ber sedemek hêj nayê zanîn şewat derket. Di demek kin de şewat li derdorê belav bû. Tîmên girêdayî Miduriyeta Daristanên Herêmê ya Mûglayê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û mudaxileyî şewatê kirin. Di şewatê personelek Miduriyeta Daristanê jiyana xwe ji dest da û hat zanîn ku navê wî Gorkem Hasdemîr e.