Ji bo bîranîna 61 penaberan qerenfîl avêtin Gola Wanê 2021-06-27 18:13:13   WAN - Baroya Wanê ji bo bîranîna 2 jê zarok 61 pênaberên sala par di Gola Wanê de xeniqîbûn qerenfîl avêtin golê û ew bibîr anîn.    Di 27'ê hezîrana 2020'an de keştiya penaberan noqî Gola Wanê bûbû û 2 jê zarok 61 penaber di golê de xeniqîbûn. Di ser vê bobelatê re salek derbas bû. Endam û rêveberên Komîsyona Penabaran a Baroya Wanê ji bo bîranîna van qurbaniyan çalakiyek li dar xist. Parêzer çûn cihek nêzî Girava Çarpanakê ku penaber noqî avê bûbûn û li vir daxuyanî dan. Gelek parêzer bi zarokên xwe beşdarî daxuyaniyê bû. Serokê Komîsyona Penabaran a Baroya Wanê Jîndar Ûçar daxuyanî da û qûrbanî bibîr anî.    PiştÎ daxuyaniyê ji bo bîranîna 61 penaberan qeranfîl avêtin golê.