Eskeran penaber remî kirin: 2 mirî, 12 birîndar 2021-06-27 11:29:22 SÊRT - Li navçeya Berwarî, eskeran penaber remî kirin. Di encama gule berdana eskeran de, 2 penaberan jiyana xwe ji dest dan û 12 penaber jî birîndar bûn.   Li nêzî bajaroka Begendîk a girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê, eskaran bi hinceta li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyaye gule berdan wesayeta ku 84 penaberên Afganistan û Pakistanî tê de bûn. Bûyer saet 01.30 şeva di 26’ê Hezîranê de pêk hat. Hat diyarkirin ku di remiya eskeran de 2 penaberan jiyana xwe ji dest dan û 12 penaber jî birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên bangî cihê bûyerê hatin kirin, penaberên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Sêrtê.    Hat destnîşan kirin ku ajokarê qemyonê R.E. hatiye binçavkirin û penaberên din jî ji cihê bûyerê reviyane.