Tirkiyê Deşta Nînowayê bombebaran kir 2021-06-27 11:09:08   NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên Tirkiyê, gundên Deşta Nînowayê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kirin.   Operasyona der sînor a Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bi bombebarankirina herêman dewam dike. Li gorî nûçeya di Rojnewsê de cih girt, duh di saetên şevê de, gundên Deşta Nînowayê ya girêdayî navçeya Şêxan a Dihokê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombebaran kirin.   Hat diyarkirin ku balafirên şer bi gundên Şêxan re, di heman demê de Çiyayê Xêrê jî bombebaran kirin e.