Li Serdeştê kolberek hat qetilkirin 2021-06-27 10:58:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Serdeştê, pasdarên Îranê êrişî kolberan kirin û di êrişê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.    Êrişên hêzên pasdarên Îranê yên li dijî kolberan dewam dikin. Li gorî nûçeya Rojnewsê ya ji Kolbernews girt, hêzên Îranê, li herêma Serdeşt a dikeve ser xeta sînor, gule berdan kolberên ku di gundê Dolebî re derbas dibûn.     Hat diyarkirin ku bavê 3 zarokan Wahîd Mihemedpûr di encama êrişa pasdarên Îranê de jiyana xwe ji dest da.