Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê dixwazin bi tenê nehêlin 2021-06-27 10:35:18     RIHA - Malbata Şenyaşar a ku lêgerîna xwe ya edaletê dewam dike, wêneyekê xwe yê bi Omer Farûk Gergerlîgolû yê wekîltiya wî hat xistin û dûre hat girtin re kişandibû parve kir û banga: “Kesên ku heq, hiqûq û edaletê dixwazin bi tenê nehêlin” kir.    Malbata Şenyaşar a ku sê ferdên malbata wê ji aliyê AKP’iyan ve hatin kuştin û ferdeke malbatê jî di girtîgehê de ye, bi daxwaza “edaletê” 111 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê pêk tîne. Emîn Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, çalakiya xwe ya 5 rojên di nava heftiyê de li ber Edliya Rihayê li dar dixin, di dawiya hefteyê de jî, li mala xwe dewam dikin. Malbat îro jî, mîna her dawiya heftiyê, nobeta xwe li mala xwe  berdewam kir.    ‘LI DIJÎ ZILMÊ BÊDENG NEMÎNIN’   Malbata li ser hesabên xwe yên medya dijîtal, wêneyekê xwe yê bi Omer Farûk Gergerlîgolû yê wekîltiya wî hat xistin û dûre hat girtin re kişandibû parve kir û wiha got: “Kesên ku heq, hiqûq û edaletê dixwazin bi tenê nehêlin.” Di dewama parvekirinê de ev peyam hat dayîn: “Li vî welatî, heya ku gel ‘zane û birêxistinkirî nebe’, DEWLETA HIQÛQ’ê bi awayekî rast neyê avakirin, em ê weke gel hertim rastî zilmê û komkujiyan bên. Li dijî zilmê bêdeng nemînin! Mirovahî vê yekê daxwaz dike…”