Akademîsyenên Aştiyê: Daxwaza me ya ji bo aştiyê didome 2021-06-27 09:06:16 ÎZMÎR - Akademîsyenên Aştiyê anîn ziman ku kuştina Denîz Poyrazê perçeyeke pêvajoya şerî ye û gotin: "Dê daxwaza me ya ji bo aştiyê bidome heya aştî çêbibe."    Akademîsyenên îmze danîn bin danezana "em ê nebin şirîkê vî sûcî", ji bo sersaxiyê çûna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ku xebatkara partiyê Denîz Poyraz lê hatibû kuştin.    Akademîzyen Aydin Ari, anî ziman ku kuştina Denîz Poyrazê bandor li tevahiya civakê kiriye û got: "HDP'î, kurd dimirin. Ma ne bes e? Divê civak li dijî van êrîşan tiştekî bike. Li dijî feraseta êrîşkar, polîtîka û zimanê êrîşkar helwestek divê. Em ne ku ditirsin an jî ne ku qels in, em ji ber ku candarine birûmet in, em aştiyê diparêzin. Êdî bes e, tu kesî ber tu kesî nedin."   ‘EM Ê BIPARÊZIN'    Aydin, destnîşan kir ku divê li hemû qadên civakê aştî, edalet, maf, rûmeta mirovan û jiyana bi hev re bê parastin û got: "Divê hemûd erdorên civakê ji bo vê bitêkoşin. Ji lew re wekî din tu çareyek me tune ye. Ên çekdar êrîşî me dikin û dewlet çi bi zanebûnî çi jî ne bi zanebûnî pêşî li ber van kesan nagire. Lewma divê em dengê xwe hîn bêtir birêxistin bikin. Bila ev êrîş biqedin. Dev ji vî zimanê qirêj û êrîşkar berdin."    ‘EM HEMÛ DIZANIN'    Akademîsyenê Aştiyê Emrah Dogan Ziraman jî got: "Em baş dizanin kiryar kî ye. Jixwe bi helwesta xwe jî aşkere kirin."    Ziraman, bibîr xist ku ji bo bertek nîşanî şer bidin îmze danîne bine danezana "em ê nebin şirîkê vî sûcî" û got: "Pêvajoya şerî hê jî didome. Êrîşa çêbû jî perçeyeke wê pêvajoyê ye. Çareseriya van pirsgirêkan tenê aştî ye. Em baş dizanin têkoşîneke zehmet e, lê heya aştî çênebe em ê bitêkoşin."