ÎHD’ê bang kir ku girtiyê nexweş Çalişkan were berdan 2021-06-26 16:03:56   ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, xwest ku girtiyê nexweş Îdrîs Çalişkan ê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê dimîne, were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, bi awayekî online civîna çapemeniyê li dar xist. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îdrîs Çalişkan ê li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê dimîne. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend.    Çîçek, diyar kir ku Çalişkan ê 48 salî nêzî 28 sal in di girtîgehê de ye û wiha got: “Li gorî Çalişkan di nameyên xwe diyar dike, ji ber pandemiyê li qawişên qelebalix dimînin. Bêhn girtina di van qawişan de jî zehmet e. Ji ber cihê razanê nîne 4-5 mirov mecbûr dimînin li erdê raz in. Gelek girtiyên ku di van qawişan de dimînin, bi salan e di girtîgehan de ne û gelek nexweşiyên wan hene.”   PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ YÊN ÇALIŞKAN   Çîçek, da zanîn ku di 1’ê Tîrmeha 2011’an de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Enqereyê teşhîsa epîlepsî û bêhn negirtinê danîne ser Çalişkan û têkildarî nexweşiyên wî ev agahî dan: “Di dîrokên cuda de teşhîsa refluyê danîne ser û ji mîdeyî emeliyat bûye. Ji ber bandorê li rûviyên wî jî dike nikare xwarinê bixwe. Dema dixwe jî di laşê wî de xalên sor çêdibin û cihên şewitî diwerimin. Nexweşiya wî ya fenomenî heye. Dîsa teşhîsa fitika piştê danîne ser. Wekî din anjiyo bûye û nexweşiyên wî yên tansiyon û prostat hene. Gurcikên wî hatine asta qedandinê.”   DIVÊ WERE BERDAN   Çîçek, anî ziman ku li gorî agahiyên malbata Çalişkan dan vê dawiyê li mejiyê wî jî tumor derketiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema qeyranê derbas dike, ji ser hişê xwe diçe. Ne xwe ne jî yên derdora xwe nas dike. Nikare bersiva pirsa bide. Ji ber wê yekê jiyana wî ya tena serê xwe bi pirsgirêk e. Di van şertên pandemiyê de mayîna Çalişkan a di girtîgehê de îşkence ye. Divê demildest were berdan û tedawiya wî di bin çavderiyê malbata wî were kirin. Ji Îdrîs Çalişkan re azadî.”