ÎHD’ê bang kir ku nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Aydemîr were berdan 2021-06-26 15:41:02   STENBOL - Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê di “Rûniştina F” a vê hefteyê de, bal kişand ser rewşa nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Samet Aydemîr û bang kir ku were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 483’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” bi awayekî online li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê bîpolar û şîzofreniyê Samet Aydemîr ku 4 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Bandirmayê tê ragirtin. Endama Komîsyona Girtîgehan Nûray Şîmşek daxuyanî xwend.    PIRSGIRÊK GIRAN DIBIN   Şîmşek, diyar kir ku ligel binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pirsgirêkên xwe gihandina tenduristiyê her ku diçe girantir dibin û wiha got: “Rewş hatiye asta ku gefan li mafê jiyanê yê girtiyan bixwin.”   NEXWEŞÊ BÎPOLAR Û ŞÎZOFRENIYÊ YE   Şîmşek, da zanîn ku ji Aydemîr ê teşhîsa nexweşiyên bîpolar û şîzofreniyê danîne ser re 20 sal cezayê hefsê hatiye dayîn û wiha axivî: “Aydemîr, di girtîgehê de gelek caran hewl da ku xwe bikuje. Ji bo tedawiyê gelek caran ji Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê birine Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê û ji wir jî birine Nexweşxaneya Nexweşiyên Rehik û Ruh a Bakirkoyê û dîsa anîna girtîgehê. Bi dermanên dane wî hewl dane ku zirarê nede xwe û derdora xwe.”   Şîmşek, bi lêv kir ku Aydemîr, herî dawî di 27’ê gulanê de dîsa birine Nexweşxaneya Nexweşiyên Rehik û Ruh a Bakirkoyê û wiha berdewam kir: “Kekê Aydemîr destnîşan kir ku her ku diçe rewşa wî nexweş dibe û divê li nexweşxaneyeke baş were tedawîkirin.”   DAXWAZA BERDANÊ    Nûray Şîmşek, xwest ku rîskên di pêvajoya pandemiyê de li berçav werin girtin, Aydemîr û hemû girtiyên nexweş, astengdar, pîr û kal ji bo mafên wan ên jiyanê werin parastin bên berdan û bang kir ku rayedar peywîra xwe cih bînin û raya giştî jî bi hestiyar tevbigere.