2 sal şûnde lawê xwe yê girtiyê nexweş dît 2021-06-25 15:38:17 HATAY - Îsmaîl Tamboga yê ji bo teşhîsa nexweşîna wî sewqî ATK’a Stenbolê hatibû kirin paş de vegerandin Îskenderûnê. Bavê wî Abdullah Tamboga got wî piştî du salan lawê xwe dîtiye û xwest lawê wî berdan.    Îsmaîl Tamboga (22) yê gelek nexweşînên wî hene û li Girtîgeha Îskenderûna Hatayê ya Tîpa T tê ragirtin, ji bo teşhîsa nexweşînên wî ew sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hatibû kirin. Ev sewqkirin li ser hewldanên Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê pêk hatibû. Tamboga yê ku karûbarên wî yên li ATK’ê qediya paş de şandin Îskenderûnê.    2 SAL ŞÛNDE LAWÊ XWE DÎT    Bavê Tamboga, Abdullah Tamboga yê ji navçeya Silopiya Şirnexê çû hevdîtina lawê xwe îro hevdîtin pêkanî. Tamboga anî ziman ku ew piştî du salan bi lawê xwe re hevdîtin pêk aniye û got: “Rewşa lawê min ne baş e. Li ATK’a Stenbolê karûbarên wî qediya ye û dîsa anîne girtîgehê. Di rewşa tenduristiya wî de tu guhertinek nîne. Wê li benda raporê were sekinandin. Daxwaza me ew e ku serbest were berdan.”