Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan Mehmet Emîn Ozkan 2021-06-25 12:46:24   AMED - Desteya Tenduristiyê li şûna nexweşiya dil, tenduristiya ruh a nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan nirxand û rapora ku “dikare di girtîgehê de bimîne” da wî.    Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D dimîne li ser rewşa wî ya tenduristiyê xerab bû, di mehekê de 7 caran rakirin nexweşxaneyê. Ozkan ê bi awayekî dest kelemçekirî di dorpêça eskeran de rakirin nexweşxaneyê, careke din birin girtîgehê. Herî dawî Ozkan ji bo rapora tenduristiyê bi wesayîta rîngê sewqî nexweşxaneyeke Xarpêtê hat kirin. Bi hêceta ku nexweşxaneya rayedar Amed e, dîsa şandin girtîgehê. Ozkan ê roja ku birin Xarpêtê û dîsa anîn girtîgehê birçî hat hiştin.    PIRSGIRÊKÊN WÎ YÊN TENDURISTIYÊ NEHATIN NIRXANDIN   Hat zanîn ku Ozkan ê xetereya jiyana wî heye li ser serlêdana malbat û parêzerê wî, ji bo rapora tenduristiyê di 23’ê hezîranê de rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê û li gel pirsgirêkên wî yên giran jî tenê tenduristiya ruh hatiye nirxandin.    DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE!   Desteya Tenduristiyê li gel rapora beriya niha hat dayîn a ji sedî 87 astengdar e û “nikare di girtîgehê de bimîne” jî li şûna nexweşiya dil a Ozkan, tenduristiya wî ya ruh nirxand, tedawiya psîkîyatrîst pêşniyar kir û rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da.    WÊ BIBIN ATK’YA STENBOLÊ     Desteya Tenduristiyê, ji bo nirxandina nexweşiya dil a Ozkan ê 5 caran krîza dil derbas kir û 4 caran jî anjiyo bû biryara ku sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê were kirin da. Tê payîn ku wê Ozkan roja duşemê bibin Stenbolê. Hat zan3in ku piştî nirxandina ATK’ê ya nexweşiya dil wê Ozkan careke din paşve bînin Girtîgeha Amedê.    25 SAL IN DI GIRTÎGEHÊ DE YE   Mehmet Emîn Ozkan di sala 1996’an de li Mêrsînê bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat binçavkirin. Pişt re ji ber General Bahtiyar Aydin ê di 22’ê Cotmeha 1993’yan de li navçeya Licê ya Amedê hat kuştin berpirsiyar hat girtin. Ozkan ji vê dozê hat darizandin û tevî ku gotibû îdia bêbinî ne û ew bêsûc e jî cezayê girankirî yê heta hetayê lê hat birîn. Ozkan 25 sal in di girtîgehê de ye û gelek nexweşî pê re hene.    MA / Cengîz Ozbasar