Li Xarpêtê qeza: 3 kes mirin, 12 kes birîndar bûn 2021-06-25 11:09:31   XARPÊT - Li Xarpêtê mînîbusek li qamyonekê qelibî û qeza pêk hat û 3 kesan jiyana xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn.    Dolmîşa ku kesên ji Mereşê ji bo dawetê diçû Qersê di 30’emîn kîlometreya rêya Xarpêtê û Çewlikê de qeza kir. Dolmîş li qamyona li kêleka rê sekinîbû qelibî. Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê, agirkujiyê, AFAD, UMKE, polîs û cendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî agahiyên ewil 3 kesên di dolmîşê de jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.    Hat zanîn ku tîmên tenduristiyê kesên birîndar rakirin nexweşxaneya bajêr û cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan jî rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.