200 mih û berx di bombebarana Tirkiyê de mirin 2021-06-25 09:26:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Di du bombebaranên Tirkiyeyê yên li dijî tesîsateke çandiniyê ya li gundê Dêreşî ya girêdayî bajarê Amediyê de, 200 mih û berx hatin kuştin.    Balafirên şer ên Tirkiyeyê, di 24’ê Hezîranê de, herêma Amediyê ya girêdayî bajarê Dihokê ya Herêma Kurdistana Federe, herî kêm 7 caran bombebaran kirin. Li gorî nûçeya NRT’ê, di du bombebaranên cuda yên li dijî tesîsateke çandiyê ya li gundê Dêreşê de, herî kêm 200 mih û berx hatin kuştin. Di encama bombebaranê de, kesek ne birîndar bû û ne jî jiyana xwe ji dest da. Lê piştî bombebaranê, agir bi daristana herêmê ket.