ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-25 09:00:14 * Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan, diyar kir ku armanca doza ku ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin, ji binî de tunekirina demokrasiyê ye û got: "Lê dê nikaribin gelê ku HDP'ê kiriye HDP biqedînin."  * Di 4 salên dawî de derbarê rojnamevan Oktay Candemîr de 40 lêpirsîn hatine kirin. Lêpirsîn ji ber nûçeyan û parvekirinên li ser medyaya sanal hatine kirin.    * Li herêmê ji ber hişkesaliyê, ava gola Bendava Ilisûyê bi qasî 30 metreyî kêm bû. Piştî av kêm bû, hin berhemên dîrokî yên di bin avê de mabûn xuya kirin.    * Li Agiriyê sewalvanan ji ber bihabûna fiyetên êm û kayê heywanên xwe difiroşin. Sewalvanan, destnîşan kirin ku sedema krîza aborî ne pandemî ye û gotin: "Sedema sereke polîtîkaya şerî ya Erdogan e."    * Mehmedalî Bariş Beşlî ji bo hevalê xwe Kazim Koyûncû got: "Tenê ne 'sakoyê helbestê' yê Kazim, divê laztiya wî, xwedîderketina wî ya li şoreşgerî û çepgiriyê neyê jibîrkirin."   * Ozgur Erol, diyar kir ku di Doza Kobaniyê de hê parêzer û sîyasetmedar destê xwe baş venekirine û got: "Em xebatine cidî dikin, xebatine ku dê bûyerên di vê dosyeyê de, mekanîzmaya ku di 7-8'ê Cotmehê de tevgeriya derxe holê."    * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê li ber Edliyeya Rihayê di roja 109'emîn de berdewam bike.   * Danişîna 3'yemîn a Doza Kobanê wê di roja 10'emîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê berdewam bike. (09:30)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar wê beşdarî hevdîtina "Can ji bo heqîqet û edaletê tên ba hev" bibe. (09.00)   * Danişîna doza endamê Desteya Rûmeta Bilind a TTB'ê Dr. Şeyhmus Gokalp wê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran were lidarxistin. (10.00-17.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê wê rapora binpêkirinên mafê mirovan a çar mehên sala 2021'an eşkere bike. (11.00)   * Serdanên piştevaniyê yên ji bo avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê dê berdewam bikin. (11.00-18.00)   * Hunermend Kazim Koyuncu yê ji Derya Reş wê li navçeya Findikli ya Rîze li ser gora xwe were bibîranîn. (12.30-19.00)   * TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li navenda Mêrdînê ji bo Denîz Poyraz meşek girseyî li dar bixe. (16.00)