Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 49 hezar û 417 2021-06-24 20:10:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 5 hezar û 703 kes jî pê ketin.   Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 5 hezar û 703 kesên din jî pê ketine.   Tevî daneyên dawî hejmara kesên heya niha mirine bû 49 hezar û 417 û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon û 393 hezar û 248.