Ji bo şahidê doza rojnamevan Orûç biryara girtinê hat dayîn 2021-06-24 16:19:55     BATMAN - Di danişîna doza rojnamevan Şerîfe Orûç de ji bo şahid Devran Çakir ê ligel agahdarkirinê jî nehat dadgehê, biryara girtinê hat dayîn.    Danişîna 17’emîn a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Şerîfe Orûç de hatibû vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Danişîna ku Orûç tevlînebû, parêzerê wê Mesût Aydin amade bû.    Parêzer Aydin diyar kir ku dest ji daxwaza xwe ya guhdarkirina Devran Çakir ê li dijî Orûç şahidî kir û ligel hemû agahdarkirinan jî nikarîn bînin pêşberî dadgehê, berdane.    BIRYARA GIRTINÊ   Şandeya Dadgehê, biryara girtina şahid Devran Çakir da û danişîn taloqî 11’ê mijdarê kir.