Balafirgeha Amedê ku di êrişa hewayî de xesar dîtibû sibe vedibe 2021-06-24 15:47:09   AMED - Pista Baregeha Jet a 8’emîn a Fermandariya Hêzên Esmanî ya Amedê ku di êrişa hewayî de xesar dîtibû, sibe li firînê vedibe.    Di 19’ê Gulanê de, saet 00.30'an li dijî Baregeha Jet a 8’emîn a Fermandariya Hêzên Esmanî ya Balafirgeha Eskerî ya Amedê, du êrişên hewayî pêk hatibûn. HPG’ê ev êriş girtibûn ser xwe. Ji ber van êrişan di 24’ê Gulanê de, pista Balafirgeha Amedê li firînên balafirên şer û sivîl hatibû girtin û dest bi xebatên temîrat û sererastinê hatibû kirin. Piştî xebatên mehekê, pîsta balafirgehê sibe li firînê tê vekirin.