Di Konferansa Demokrasiyê de nirxandina têkoşîna hevpar hat kirin 2021-06-24 14:32:05   STENBOL - Koma xebatê ya di Konferansa Demokrasiyê de axivîn, diyar kirin ku ger demokrasî û aştî nebe, tu tişt nayê çareser kirin û gotin; “Di şerê dewam dike de, lêgerîna maf a hemû beşan hatin tepisandin.”     Konferansa Demokrasiyê ya ku armanca dike daxwaz û têkoşîna hemû beşên civakê hevpar bike û demek dirêj bû amadekariyên wê dewam dikirin, didome. Piştî axaftina Riza Turmen, Koma Xebatê ya Kedê di konferansê de mafê axaftinê girt. Ozgur Karabûlût ê li ser navê Koma Xebatê ya Kedê axivî û diyar kir ku gavên ku bi bernameya neo-lîberal re guncan bûn, bi AKP’ê mezintir bûn.   DAXWAZA KARKEAN AŞTIYE   Karabûlût, pirsgirêkên weke rêxistinbûyînê, mafê grevê, bêewlkariyê, bêkartiyê, rewşa karkerên çandiniyê, penaberan, KHK’iyan, cînayetên kar, xebatên ne fermî, keda jinê, emekdar û ekolojiyê vegotin û wiha bilêv kir: “Em dizanin ku çavkaniyên ji şer û tundiyê re hatine veqetandin, di feqîrbûna me de pişkek girîng heye. Ji gelek çavkaniyan lêçûn ji bo şer û çekan tên xerçkirin. Di heman demê de, ji ber şer û tundiyê daxwazên cîna karkeran û emekdaran nayên dîtin. Hemû lêgerînên karkeran bi tuneyê tên tepisandin. Ji ber vê daxwaza bingehîn a cîna karkeran aştiye.”   ‘WÊ TÊKOŞÎNA DENÎZ POYRAZ DEWAM BIKE’   Dûre Mesût Toprak ê bi Koda 29’an ji kar hatibû avêtin axivî û wiha got: “Bi qanûnên ku AKP’ê derxistine, karsaz tên parastin, karker jî mehkûmê mirin û birçîbûnê tên kirin.”   Karkerê înşaetê Omer Çelîk jî, dest nîşna kir ku ev konferans konferansa maf a gelane û ev nirxandin kir: “Rêhevala me Denîz Poyraz a ku ji bo perwerdeya zimanê zikmakî, welatek demokratîk û welatiyek wekhev têdikoşiya, hat qetilkirin. Yên ku ew qetil kirin, bila baş zanibin ku emê têkoşînê wê dewam bikin.”   ‘AKADEMÎ Û ZANIST NE AZADIN’   Beyzade Sayin jî, danezana Koma Xebatê ya Akademiya Zanistê xwend. Sayin, pirsgirêkên di cîhana akademî û zanistê de, tên jiyîn vegotin. Sayin, anî zimanm ku qada akademî û zanistê ne azadin û wiha got: “Divê ev pirsgirêk bên derbas kirin û çareser kirin.”   ‘GER DEMOKRASÎ TUNE BE ABORÎ JÎ TUNEYE’   Piştre danezana li ser navê Koma Xebata Demokratîk a di Aboriyê de hat xwendin. Mert Karabacak ê danezan xwend, bal kişand ser rola bernameya demokratîk a aboriyê.   DAXWAZÊN JINAN   Cemîle Baklaci jî danezana li ser navê Koma Xebata Jinan hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku polîtîkayên şer mafên hemwelatiyê yên wekhev ên jinan bikar nayîne, bêkarî û hejariya jinan zêde bûye. Baklaci, anî ziman ku daxwazên jinan di nav pîvanên girîng ên demokrasiyê de cih digirin û ji bo hemû kesan daxwaza azadiyê kir.