Emîne Ayna: Bi daxwaziya azadiya Ocalan min kî kuştiye? 2021-06-24 13:20:59   ENQERE - Hevseroka DBP’ê ya berê Emîne Ayna diyar kir ku di îdianameya Doza Kobanê de delîlên şênber tune ne û got: “Delîlên di dosyeyê de cih digirin azadiya Ocalan e û xweserî ye. Bi daxwaza azadiya Ocalan min kî kuştiye?”    Danişîna 3’yemîn a Doza Kobanê di roja 9’emîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê dozê dişopînin. Gelek parêzer li eywana danişînê amade ne.    ‘DAXWAZA AZADIYA OCALAN Û XWESERIYÊ NE SÛC E’    Heveroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Emîne Ayna di danişînê de parastina xwe kir û wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku pirsgirêka kurd danîne hembêza we. Di vir de çareseriya pirsgirêka kurd û têkildarî pirsgirêkê belgeyek cidî ya dîrokî heye. Di îdianameyê de serê hevokê û binhê hevokê peyva ‘bîrdozî’ heye. Qey meriv dibêje ku mirovek xwedî bîrdoziyek be xeletî ye. Xwedî bîrdozî bersiva mirovan a wê çawa bijî ye. Ramana meriv çawa bijî, rêveberiyek çawa û li welatek çawa bijî ye. Partiyên siyasî jî qada vê bîrdoziyê ye. Ji axaftinên min du tişt li ber çav girtin e. Yek jê daxwaza azadiya Ocalan e û yek jê jî daxwaza xweseriya demokratîk e. Ez ji ber fikr û ramanên xwe li vir girtî me. Îdianame tenê ji axaftinan pêk tê. Di îdianameya Doza Kobanê de delîlên şênber tune ne. Delîlên di dosyeyê de cih digirin azadiya Ocalan e û xweserî ye. Bi daxwaza azadiya Ocalan min kî kuştiye? Ez ji we pirs dikim; Bi behskirina xweseriyê min çawa 37 kesan kuştiye? Daxwazkirina xweseriyê nayê wateya ku ‘welatek dabeş û xera bibe’. Welatên bi xweseriyê tên birêvebirin li ber çavan e. Ji ber van sûcdariyên bêbingeh em bi 38 caran cezayê heta hetayê yê girankirî tên darizandin. Axaftinên min nabin ku bibe sûc û sedema cezakirinê.”    Piştî axaftina Ayna, şandeya dadgehê saetek û nîv navber da danişînê.