Gulcan Dîrîl: Di nav bûyerê de hin kesên din hene 2021-06-24 12:26:45 MÊRDÎN - Gulcan Dîrîl Uzumcu, girtina Apro Dîrîl a ji ber windabûna dê û bavên xwe Hurmûz û Şîmon Dîrîl nirxand û wiha got: “Em bawer dikin ku di nava bûyerê de hin kesên din jî hene û ev bûyer ji aliyê kesekê ve tenê nehatiye kirin.”  Hevjînên hev Hurmûz Dîrîl û Şîmon Dîrîl ku li gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê dijiyan, di 8'ê çileya 2020'an de ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve hatin revandin. Cenazeyê Şîmon Dîrîl piştî 70 rojan li berava Çemê Hezilê hatibû dîtin. Lê ji Hurmuz Dîrîl 534 roj in agahî nayê girtin. Piştî bûyerê di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin de Apro Dîrîl ku tenê li gund dijiya hat binçavkirin û piştî îfadeya wî hat girtin, hat berdan. Piştî 530 rojan di 20'ê hezîranê de Apro Dîrîl bi 2 kesên din re dîsa hat binçavkirin. Apro Dîrîl di 23’ê Hezîranê de hat girtin. Her du kesên din ên di bin çavan de jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Bi hêceta ku li ser dosyayê “biryara veşartî” heye nasnameya her du kesên din ên bi şertê kontrola edlî hatin berdan nehat hînkirin.    BEYANÊN BINAKOK   Malbata Dîrîl, diyar kiribû ku ji destpêka bûyerê ve beyanên Apro Dîrîl ên ku dayîne “binakok in”. Piştî bûyerê, ewil weke şahid îfadeya Apro Dîrîl hat girtin, îfadeya wî ya duyê jî wek gumanbar hat girtin. Keşeyê Dêra Katolîk a Stenbolê Remzî Dîrîl ê lawê Dîrîlan, diyar kiribû ku Apro Dîrîl di axaftinên xwe yên beriya niha de gotibû ku Dîrîlên hevjînên hev winda bûne û dîroka windabûna wan xelet dabû. Pişt re jî îdia kiribû ku 2 jê zilam 3 kes ên “endamê rêxistinê” Dîrîlan revandine. Li ser vê yekê jî HPG’ê di Gulana 2020’an de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku tu eleqeya wan bi windabûna Dîrîlan re nîne û ji aliyê komeke kontra ya ji 3 kesan ve pêk tê hatine revandin û pişt re hatine kuştin.    ‘AGAHÎ NEDA’   Keça Dîrîlan Gulcan Dîrîl Uzumcû, derbarê windabûna dê û bavê xwe û geşedanên qewimîn de axivî. Dîrîl, da zanîn ku ji ber ser dosyayê “biryara veşartinê” heye têkildarî geşedanên dawî agahiya wan zêde nîne û wiha got: “Ji destpêka bûyerê ve em li ser Apro Dîrîl disekinîn. Ji ber ku Apro ligel derfetên wî yên agahdarkirinê hebûn jî tu agahî nedan me. Ne bi rayedar ne jî bi malbata me re neket têkiliyê. Ji xwe ew dîroka 11’ê çileyê ku wî got jî vala derket. Ji ber ku me ji 7’ê mehê û şun de tu agahî negirtin. Dozgeriyê jî diyar kir ku bûyer beriya 11’ê çileyê pêk hatiye.”   ‘HIN KESÊN DIN JÎ HENE’   Dîrîl, bi lêv kir ku delîlên nû yên hatine komkirin li ser daxuyaniyên binakok ên Apro Dîrîl derketin holê û wiha axivî: “Ji ber dosya veşartiye agahî nedan me lê berdewama lêpirsînê girîng e. Em bawer dikin ku ji destpêkê heta niha di nav bûyerê de hin kesên din hene û ji aliyê kesekê tenê ve nehatiye kirin. Heta dîtîna cenazeyê dayika min me baweriya xwe bi Apro Dîrîl dianî û pişt re gumaname zêde bû."   XELET ARASTE KIR   Dîrîl, diyar kir ku dibe êrişa ser Dêra Marta Şîmanî ya li gundê wan a gulana par pêk hat jî girêdayî vê bûyerê be û da zanîn ku derbarê wê mijarê de jî lêpirsîn didome. Dîrîl, bi lêv kir ku di mijara dîtina Hurmuz Dîrîl de tu geşedanên nû nînin û diyar kir ku Apro Dîrîl hem ew hem jî rayedar ji destpêkê ve xelet araste kirine. Dîrîl, herî dawî got ku hêvî dikin Hurmuz Dîrîl demildest bibînin.   MA / Ahmet Kanbal