Li Elkê 3 kes hatin binçavkirin 2021-06-23 23:13:25   ŞIRNEX- Îro danê sibehê polîsan li navçeya Elkê ya Şirnexê di avêtina ser malan de 3 kes binçavkirin.   Li navçeya Elkê ya Şirnexê polîsan danê sibehê avêt ser gelek malan. Di avêtina ser malan de Rahmî Aykût, Osman Bal û Îhsan Edîş hatin binçavkirin.   Hat diyarkirin ku her sê kes di çarçoveya lêpîrsîneke Serdozgeriya Komarê ya Wanê de hatine binçavkirin.    Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Wanê.