'Ew gule li gelê kurd hatin reşandin' 2021-06-23 23:08:01     ŞIRNEX- Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê têkîldarî qetilkirina Denîz Poyraz da daxuyanî da û got: "Ev gule li gelê kurd û siyaseta demokratîk hatine reşandin."   Meşa bimeşale ya ku Rêxistina Navçeya Cizîrê ya HDP xwest têkildarî qetilkirina xebatkarê partiyê Denîz Poyraz da bide ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Li gel hemû astengiyan jî girseyê bi meşaleyên xwe li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê daxuyanî da.   Di daxuyaniya ku hat dayîn de, aktîvîstên TJA'yê, endamên HDP'ê yên navçeyê û gelek kes tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Denîz Poyraz şehîda bi mîlyonan e ku HDP'ê afirandin, Deniz Poyraz nemir e" hat vekirin.   Daxuyanî ji hêla Hevseroka rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç ve hat xwendin. Tunç diyar kir ku piştî hedefgirtina HDP'ê êrîşeke bi vî awayî ne rasthatineke û xuyaye ku dewlet dixwaze bi van êrîşan HDP'ê tune bike.   'GULE LI GELÊ KURD HAT REŞANDIN'   Di berdewamê de Tunç, anî ziman ku li dijî  her êrişan ewê xwe ji nû ve biafirînin û got: "Guleya ku li hevrêya me Denîz  hatiye reşandin, li gelê kurd, siyaseta demokratîk û vîna jiyana hevpar a ku HDP'ê wê temsîl dike hatiye teqandin. Carek din hat îspatkirin ku hêza siyasî û hêza ewlehiyê ya ku di bin fermana wê de ji gelên Tirkiyeyê re zirar in."   Tûnç, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew soz didin Denîzan ku ew ê têkoşîna xwe heta dawiyê bibin.   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.