Bernameya Dersimê ya heyeta KCD û DBP'ê bi dawî bû 2021-06-23 19:17:02 DERSIM - Heyeta KCD û DBP'ê li Xozatê serdana gundan kir û di serdanê de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girîngiya têkoşîna li dijî polîtîkayên îqtidarê.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, çûn gundê Pakîre, Torût û Bargînî yên navçeya Xozat a Dersimê. Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, Hevseroka HDP'a Dersimê Nûrşat Yeşîl, Hevseroka HDP'a Xozatê Medet Menteşe û rêvebirên partiyê jî li gel heyetê çûn van gunda.    Gava heyet çû gundan, welatiyan ew pêwazî kirin. Heyetê, derbarê bernameya xwe de welatî serwext kirin. Ji xeynî vê bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, êrîşên li ser HDP'ê û polîtîkayên îqtidarê. Heyetê, di serdana xwe de girîngiya yekîtiya kurdan a li dijî hemû polîtîkayên nebaş destnîşan kir.    Welatiyan jî destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên dewletê yên derbarê meseleya kurdî de Denîz Poyraz hatiye kuştin. Piştî hevdîtinê heyeta KCD û DBP'ê Fatma Denîz, bapîra Ebrû ku di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dabû, kir.   Heyeta KCD û DBP'ê piştî serdanê bernamaya xwe ya Dersimê bi dawî kir.