Gelek partî, sazî û dezgeh serdana HDP'a Îzmîrê kirin 2021-06-23 18:21:37   ÎZMÎR – Rêxistina Bajêr a Îzmîrê ya HDP'ê, serdanên partiyên siyasî, sazî û dezgehan qebûl kir.    Di nava rojê de gelek partiyên siyasî, sazî û dezgeh serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kirin ku kujer Onûr Gencer li avahiya partiyê Denîz Poyraz kuştibû. Parlementerên HDP'ê Mûrat Çepnî û Serpîl Kemalbayê, Hevserokên HDP'a Bajêr Besriye Tekgur û Kadîr Badûr û rêvebirên bajêr serdêr pêşwazî kirin.   Van partiyên siyasî, sazî û dezgehan serdana partiyê kirin: "Meclîsa Jinan a HDP'ê, TJA, TODAP, DAD, Komeleya Dersimiyan a Narlidereyê, Komeleya Dersimiyan a Bornovayê, Komeleya Dersimiyan a Konakê, Cemxaneya Yamanlarê, PÎA, Komeleya Elewiyan a Narlidereyê, PLatforma KHK'ê ya Îzmîrê û gelek saziyên jinan."    Kesên hatin serdana partiyê sikirin, qurnefîl danîn cihê ku Poyraz lê hatibû kuştin. Di dema serdanê de peyama piştevaniyê hat dayîn.