CPJ: Divê rojnamevan Umêd Beroşkî were berdan 2021-06-23 16:34:42 NAVENDA NÛÇEYAN - CPJ'ê bang li rayedarên Herêma Kurdistanê kir ku demildest Rojnameger Umêd Beroşkî berdin.   Li Dihokê duh rojnameger û aktîvîst Umêd Beroşkî ji 3 dozên cuda hat darizandin. Dadgehê salek û 240 hezar dînar ceza li Beroşkî birî. Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) li ser mijarê fikarên xwe anîne ziman û wiha got: “Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi cezakirina Beroşkî dubare nîşanda ku qadên karê rojnamegeriya azad tine dikin.”   Nûnerê CPJ’yê yê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakûr Ignacio Miguel Delgado got: “Divê rayedarên kurd tavilê Beroşkî berdin, tacîzkirina medyayê rawestînin.” Wê di 29’ê Tîrmehê de Umêd Beroşkî û Mamosta Bedel Berwerî li Dadgeha Ceza ya Hewlêrê careke din werin dadgehkirin.   PARLAMENTERÊN IRAQÎ JÎ DAXUYANÎ DAN   ParlAmenterên Iraqî Haci Reşîd, Rêbwar Kerîm, Xalib Mihemed û Serkewt Şemsedîn jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke hevpar da. Parlamenteran di daxuyaniyê de wiha got: “Em cezayê ku ji Umêd Beroşkî re hatiye birîn siyasî û zalimane dibînin. Sûcê rojnamevan Umêd Beroşkî tenê rastî nivîsandine. Divê demildest were berdan.”