Ji Serokê terîqatê yê faîlê îstismarê re daxistina 'rewşa baş' kirin 2021-06-23 16:17:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Terîqata Ûşşakî Eyyup Fatîh Şagban ku ji îstismara zarok dihat darizandin 10 sal û 5 meha ceza hat birîn. Lê ji ber tunebûna qeydên wî yên sûc û rewşa wî ya li danişînê cezayê wî hat daxistin.    Li navçeya Akyazi ya Sakaryayê, ji ber ku zarokeke 12 salî îstismar kiribû doz li Serokê Terîqata Ûşşakî Eyyup Fatîh Şagban hatibû vekirin. Danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sakaryayê hat dîtin û 10 sal û 5 meh cezayê girtîgehê li Şagban hat birîn. Lê bi hinceta tunebûna qeydên wî yên sûc û rewşa wî ya li danişînê, heyeta dadgehê ji 6'an 1'ê cezayê Şagban daxist.  Bi vî awayî dibe ku piştî 6 salan Şagban bê berdan.