Endamê Dîwana KCD’ê Ozdemîr hat binçavkirin 2021-06-23 15:52:08   AMED - Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Mehmet Nûrî Ozdemîr di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.    Li navçeya Peyasê ya Amedê polîsan avêt ser mala Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Nûrî Ozdemîr. Polîsan piştî lêgerîna li malê dest danî ser materyalên dîjîtal û Ozdemîr binçav kirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn.