Zaroka ji ber redkirina zewacê hatibû gulebarankirin, piştî 138 rojan mir 2021-06-23 13:18:10   AMED - Emîne Karakaş a 16 salî, ya ji ber ku zewaca bi zorê qebûl nekir di êrişa çekdarî ya xizmê xwe Aslan Karakaş (34) de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneya ku 138 roj bûn lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Bismilê ya Amedê, Aslan Karakaş ê 34 salî, piştî tacîz û gefên salekê xwest bi zorê ciwana 16 salî Emîne Karakaş bi wî re bizewice. Ji ber ku Emîne Karakaş nexweş bi wî bizewice, di 4’ê Sibatê de rastî êrişa biçek a Aslan Karakaş hatibû. Emîne di êrişê de bi giranî birîndar bibû û rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê. Karakaş di beşa lênêrîna awarte de dihat dermankirin. Hat hînbûn ku Karakaş piştî 138 rojan, roja Duşemê jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Karakaş li ser daxwaza dayika wê, li Goristana Tepekoy a girêdayî Bismilê hat definkirin.   Kujer Aslan Karakaş ê piştî êrişê ji cihê bûyerê reviya bû, hîna jî nehatiye girtin.