Ji Fatîh Tezcan îttîrafên balkêş: Li jor bahoz rabûye, heke rojek kêzin biteqe... 2021-06-23 13:16:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Alîgirê AKP'ê Fatîh Tezcan, di vîdeoyek weşand de diyar kir tiştên ku Sedat Peker tîne ziman tenê tiştên tên li diyar in û ev tişt got: "Min dît ku li jor bahoz rabûye. Lewre heke rojek kêzîn li cihekî biteqe...Hûn hê tiştekî nizandin."   Fatîh Tezcan ku bi nêzikbûna xwe ya AKP'ê tê nasîn û gelek caran rojnameger û siyasetmedarên ku rexneyan li AKP'ê dikirin hedef nîşan da, şerê di nav AKP'ê de û bandora îttîrafên rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker ên li ser AKP'ê vegot. Tezcan, di vîdeoya bi navê 'Çiyayê Cemedê' weşand de got ku di nav dewletê de hin kesan biryar daye ku Fatîh Tezcan ji holê rakin û ji ber vê yekê dê ji bo demekê xwe nîşanî kesî nede û wêneyê xwe yê profîlê yê twîtterê bi peyva "ahmeq" guhert.    Tezcan, ji bo pratîkên xwe yên heta îro jî ev tişt got: "Dema ku zarokê min mezin bibe wê tûke serçavê min". Tezcan, got ku têkiliyên qirêj ên di nav desthilatê de ji îttîrafên Sedat Peker zêdetir in û derketine asteke tirsnek.    Herî dawî Tezcan, ji bo îttîrafên Sedat Peker ev tişt gotin: "Veyîs Ateş, bi SBK re hevdîtin kiriye û pere xwestiye. Ya hûn dîn in? Niha aliyê çiyayê cemê yê tê dîtin tê axaftin. Tiştekî ku ez dizanim hejmar gelek pêkanok in. 10 milyon filan bêvan ji we tirêqê ez çima reviyam? Min dît ku li jor bahoz rabûye. Min got tam zirx xwe dirêj bike. Lewre heke rojek kêzîn li cihekî biteqe...Hûn hê tiştekî nizanin. Sedat Peker diaxive ya hê tiştekî negotiye."