Dadgehê bihakirina avê ya li Amedê betal kir 2021-06-23 12:20:21     AMED - Dadgeha Îdare ya Amedê, zema ava vexwerinê ya qeyûmê Amedê betal kir. Prz. Şahîn Koyûn diyar kir ku divê şaredarî biryara dadgehê demildest pêk bîne.    Miduriyeta Giştî ya Îdareya Qenalîzasyon û Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DÎSKÎ) ya di bin rêveberiya qeyûm de ji 1’ê çileya 2020’an ve ji sedî 35 heta ji sedî 330 ava vexwarinê zem kiribû. Komîsyona Hiqûqa Bajêr û Hawîrdorê ya Baroya Amedê jî ji ber zama avê bi daxwaza “rawestandina birêvebirinê” li 1’emîn Dadgeha Îdare ya Amedê doz vekiribû. Li ser navê komîsyonê Prz. Şahîn Koyûn daxwazname pêşkeşî dadgehê kiribû. 1’emîn Dadgehê ji sedî 330 zema avê ku ji aliyê qeyûm ve pêk hatibû betal kir. Parêzer Şahîn diyar kir ku bihakirina avê derveyî rêgeza dewleta sosyal û mafê jiyanê ye. Şahîn bi lêv kir ku ji bo pêk anîna biryara dadgehê hewce nake ku şaredarî li benda biryara îstînafê bimîne û divê şaredarî biryara dadgehê demildest pêk bîne.    Biryara zemê di 5’ê gulana 2021’ê de ketibû meriyetê.