‘Şahidên veşarî’ yên li Mêrdînê di îdianameya HDP’ê de jî cih digirin 2021-06-23 10:08:14 MÊRDÎN - Derket holê ku di îdianameya girtina HDP’ê de cih dane îfadeyên “şahidên veşarî” yên ku berê hatibûn eşkerekirin sexte ne.    Îdianameya derbarê girtina HDP’ê de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de tê destnîşankirin ku bi sedan rêveber û endamên HDP’ê wê bi qedexeya siyasetê re rûbirû bimînin. Di nava lîsteya kesên ku qedexeya siyasetê tê ser wan de Hevşaredara Qoserê Nilufer Elîk Yilmaz, Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergiz, Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu, Hevşaredara Derikê Mulkiye Esmez û Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin ên qeyûm danîne şûna wan jî hene. Heke qedexe were sepandin wê hev her pênc hevşaredar jî nikaribin siyasetê bikin.    Îfadeyên “şahidên veşarî” ku kiribûn sedema ji wezîfegirtina hevşaredaran, vê carê heman îfadeyên “şahidên veşarî” di îdianameya HDP’ê de cih digirin. Tevî ku di danişînên dozên hevşaredaran de derket holê ku “şahidên veşarî” sexte ne jî lê balkêş e ku di îdianameya HDP’ê de jî cih digirin.    Di îdianameyê de cih dane îdiayên “şahidên veşarî” yên bi navê “Boksor”, “ML1Z0G7R1T (MALAZGÎRT)”, “P1L5EV3NE8 (PLEVNE)”, “1T4PK6P5 (TOPKAPI)” û “1KO3SOV0A8 (KOSOVA)”  ku li ser hevşaredaran gotine. Balkêş e ku navê van şahidên veşarî di gelek dosyeyên darizandina siyasetmedarên li herêma Mêrdînê de tên dîtin.